Mesrûr Barzanî: Ez hêvî dikim li Foruma MEPSê gotûbêjên avaker û pevguhertina nêrînan bên kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dibêje: “Ez kêfxweş im ku îsal MEPSForum li Dihokê me tîne cem hev.
Pêncemîn Korbenda Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn (MEPS2024) îro 22ê Mijdarê li Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Dihokê dest pê kir. Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotara bixêrhatinê di korbendê de pêşkêş kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li hejmara xwe yê li ser tora civakî “X” nivîsî: Kêfxweş im ku îsal MEPSForum me li Dihokê tîne cem hev. Em di demeke hestiyar de ji bo Rojhilata Navîn dicivin.”
Herwiha got jî: “Ez hêvî dikim ku du rojan gotûbêjên avaker û pevguhertina nêrînan bên kirin.”