Karên roja duyemîn ên Korbenda MEPS24 berdewam in

Navenda Nûçeyan (K24) – Duyemîn roja Pêncemîn Konferansa Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn (MEPS2024) li zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Dihokê birêve diçe û Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê di dîdareke taybet de, behsa rewşa Rojhilata Navîn, Iraq û Herêma Kurdistanê bike.
Pêncemîn Korbenda Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn (MEPS2024) îro 22ê Mijdarê li Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Dihokê dest pê kir. Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotara bixêrhatinê di korbendê de pêşkêş kir û hêvî kir ku sûda gotûbêj û pêşniyarên korbendê ji bo her kesî hebin.
Hejmareke berçav a siyasetmedar û akademîsyenan di roja yekem a korbendê de beşdarî panelan bûn û zêdetir behsa ser metirsiyên berfirehkirina şerê di navbera Îsraîl, Hemas û komên çekdar de gotûbêj kirin û çendîn pêşniyar jî ji bo nehiştina şer pêşkêş kirin.
Mijara hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû jî, mijareke din a roja yekem a korbendê bû ku di axaftin û gotûbêjên beşdaran de cih girt.
Pêncemîn Konferansa Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn (MEPS2024) bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24 li zanîngeha Amerîkî-Kurdistan li Dihokê birêve diçe û du rojan berdewam dike.
Nêzîkî 124 akademîsyen ji 40 welatên cuda di Pêncemîn Korbenda MEPS24 de beşdar in, %73 ji wan yekem car beşdar dibin û di çend panel û komxebatan de, rewşa niha ya cîhanê û Rojhilata Navîn gotûbêj dikin û çareseriyan pêşniyar dikin.