Heyder Ebadî li MEPS24: Rojhilata Navîn li hember guhertinên rîşeyî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî di çarçoveya beşdariya Korbenda Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn (MEPS24) de ragihand, “Rojhilata Navîn li hember guhertinên rîşeyî ye.”

Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî îro 23ê Mijdarê di çarçoveya Korbenda Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn (MEPS24) de gotarek pêşkêş kir û tê de pîrozbahî li serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê kir û hêvî kir aliyên serkeftî di demek nêzîk de li ser pêkanîna hikûmetê li hev bikin.

Heyder Ebadî got: “Îro Rojhilata Navîn li hember guhertineke rîşeyî ye û şerekî mezin li herêmê derketiye.”

Heyder Ebadî derbarê destbikarbûna Donald Trump wek serokê nû yê Amerîkayê de jî got: “Rêveberiya nû ya Amerîkayê dê bandorê li herêmê û Iraqê bike.”

Pêncemîn Konferansa Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn (MEPS2024) duhî bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24ê li zanîngeha Amerîkî-Kurdistan li Dihokê dest pê kir û îro di roja duyem de berdewam dike.