Xemîs Xencer: Sînorên welatên navçeyê li gorî berjewendiyên welatên bihêz hatin xêzkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hevpeymaniya Serweriyê Xemîs Xencer îro 23ê Mijdarê Di Korbenda Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn (MEPS24) de li Duhokê di gotarekê de got: “Piştî Sykes-Picot, em niha ewlehî û aramiyê li Herêma Kurdistanê dibînin.”
Xemîs Xencer got: “Sînorên welatên herêmê li gorî berjewendiyên hêzên wê demê hatine xêzkirin û li ser hin peymanên veşartî hatine danîn.
Herwiha got: “Li ser xêzkirina sînoran ti pirs ji gelên herêmê nehatin pirsîn û daxwazên gelan li ber çavan nehatin girtin.”
Amaje bi wê jî kir: “Rewşa nebaş a ewlehiyê ya Rojhilata Navîn, kêşeyên heyî û derketina DAIŞ’ê, sedem in j bo têkçûna aramiya tevahiya Rojhilata Navîn, mijarên herî girîng ên ku di vê korbenda de hatin nîqaşkirin ev in.”
Herwiha got: “Dewlet dê li Rojhilata Navîn bibe forma serdest a rêxistina siyasî, lê ev dewlet dê nikaribe aramî û geşepêdanê ava bike, heya ku awayê dabeşkirina desthilat û dewlemendiyê ji nû ve li ber çavan negire û heya diyarkerên jeopolîtîk ên herêmî û navneteweyî û bandorên wan ên li ser wan, ji nû ve nenirxîne.”