Serokwezîr Mesrûr Barzanî li MEPS24ê bersiva komek pirsên giring dide
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 23ê Mijdarê di roja duyemîn a Pêncemîn Korbenda Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn (MEPS2024) de li Duhokê, di dîdareke taybet de, behsa pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê, pêkanîna kabîneya dehem, mûçe û bûdce, rewşa Rojhilata Navîn, Iraq û Herêma Kurdistanê û gelek mijarên din ên giring dike.