Mesrûr Barzanî li MEPSê: Me bizav ji bo hemerengkirina çavkaniyên dahatan kiriye

Mesrûr Barzanî li Korbenda MEPSê
Mesrûr Barzanî li Korbenda MEPSê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Şemî, 23.11.2024) di çarçoveya hevdîtineke taybet de li roja duyê ya gera pêncê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS2024) li bajarê Duhokê amaje da, “Me li Herêma Kurdistanê bizav kiriye ku pişta xwe bi petrolê wekî çavkaniya dahatan tenê germ nekin, belkî me bizav ji bo hemerengkirina çavkaniyên dahatan kiriye. Daxwaza me ew e ku Hikûmeta Îraqê jî her wî karî bike ji ber ku petrol binecih nîne.”