Sibe Komkara Erebî li ser daxwaza Îraqê dicive
Navenda Nûçeyan (K24) - Komkara Welatên Erebî sibe li ser astê nûnerên herdemî, bi serokatiya Yemenê û li ser daxwaza Îraqê civîneke neasayî dike.
Alîkarê Sikirtêrê Giştî yê Komkara Welatên Erebî Husam Zekî tekez kir ku, Komkara Welatên Erebî sibe (Yekşem, 24.11.2024) li ser astê nûnerên herdemî, bi serokatiya Yemenê û li ser daxwaza Îraqê civîneke neasayî dike.
Husam Zekî herwesa got, “Di wê civînê de, danûstandin li ser yadaştnameya Serokê Civata Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî tên kirin, ku li ser gefên Israîlê yên li ser Îraqê ji meha Îlona borî ve ye.” Li dû gotina wî, ew gefên Israîlê rakêşana deverê ji bo şerekî berfirehtir ê herêmî ye.”
Navbirî amaje jî da, “Daxwazeke Îraqê ji bo lidarxistina rûniştineke neasayî ya Civata Komkara Erebî gehiştiye Sikirtariyeta Giştî ya Komkara Erebî, ji bo şêwirmendiyê ew daxwaz ji bo welatên endam ên Erebî hatiye şandin û biryar e sibe ew civîn li bingeha Sikirtariyeta Giştî bê rêkxistin. Amaje jî da ku, çend welat piştgiriya wê daxwaza Îraqê dikin.