Banka Navendî ya Îraqê zêdetirî 284 milyon dolaran xiztin bazarî

Navenda Nûçeyan (K24) - Banka Navendî ya Îraqê îro (Yekşem, 24.11.2024) zêdetirî 284 milyon û 547 hezar dolaran xiztin bazarî, ku ji wê hejmarê jî 10 milyon û 700 hezar dolar bi awayê kaş bûn.
Sûkên lihevguhertina diravî li Herêma Kurdistanê û Îraqê di rewşeke ne nebinecih de ne, ew jî ji ber gefên Israîlê û gomana êrîşkirina li ser Îraqê û komên çekdar e.
Şarezayên aborî yên Îraqê jî dibêjin: Eger Israîl bi awayê rasterast êrîşê bike ser Îraqê, bihayê 100 dolaran ji bo nêzî 160 hezar dînaran bilind dibe, ew jî zirareke zêde digehîne aborê Îraqê û welatî û bazirganan.