Komisyonê encamên hilbijartinên Parlamana Kurdistanê pejirandin û PDK dest bi danûstandinan dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Civata Komisyaran a girêdayî Komisyona Hilbijartinan a Îraqê encamên hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê pejirandin, her îro bi nivîsareke Civata Komisyaran nivîsara pejirandina encamên hilbijartinan bi awayekî fermî arasteyî Serokatiya Herêma Kurdistanê dike, piştî 10 rojan û temam di roja 11ê ya pejirandina encaman de, divê perleman rûniştina xwe ya yekê bike, ji bo pêkanîna Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, PDK ji sibe dest bi danûstandinên bi aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re dike.
Berpirsê Desteya Hilbijartinên Herêma Kurdistanê li Kom Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Neberd Omer ji K24ê re ragehand, “Civata Komisyaran a girêdayî Komisyona Hilbijartinan a Îraqê encamên hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê pejirandin, amaje jî da, îro bi nivîsarekê Civata Komisyaran nivîsara pejirandina encamên hilbijartinan bi awayekî fermî arasteyî Serokatiya Herêma Kurdistanê dike.
Şêwirmendekî qanûnî yê Perlemana Kurdistanê radigehîne, piştî pejirandina encamên hilbijartinan, divê Serokê Herêma Kurdistanê mersûmekê ji bo rûniştina yekê ya Perlemanê derbixe. Eger ew mersûm dernexist, divê Perleman li roja 11ê seet 12ê nîvro ji bo rûniştina yekê bicive.
Çavdêrekî siyasî jî radigehîne, “Danûstandinên pêkanîna Kabîneya Dehê bi awayekî nerasterast hatine destpêkirin, divê PDK û YNK li ser destpêkirina danûstandinan cidî bin û postên Perlemanê û hikûmetê û karnameya Kabîneya Dehê dibin yek pakec.
Biemirtirîn kandîdê hilbijartî rûniştina yekê ya Perlemanê bi rê ve dibe ku du erk li ser milê wî ne, ew jî sondxwarina kandîdên hilbijartî û vekirina deriyê xwekandîdkirinê ji bo Serokatiya Perlemanê. Di civîna wan a duyê de, divê Desteya Serokatiyê bê hilbijartin.
Berpirsê Nivîsîngeha Rêkxistinê ya PDKê ya Hewlêrê Piştîwan Sadiq amajeyê dide ku, PDK li ser raspardeya Serok Barzanîji sibe (Duşem, 25.11.2024) amade ye ku bi aliyan re li ser pêkanîna hikûmetê danûstandinan bike. Tekez jî kir, PDKê xeta sor li ser çi aliyekî nîne.
Piştîwan Sadiq herwesa di çarçoveya hevdîtina xwe ya li gel K24ê de got, “Gotara Serok Barzanî li MEPSê gelek alî vegirtin, ya herî giring ew bû ku amaje da, bila em bi hev re rûnin û arêşeyên me bi diyalogê çare bikin.”