Şandeke Herêma Kurdistanê tevlî pêşangeha MUSIAD EXP 2024ê ya Stenbolê dibe

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeke Herêma Kurdistanê tevlî pêşangeha MUSIAD EXP 2024ê ya girêdayî bazirganî û pîşesaziyê li bajarê Stenbolê dibe, di çarçoveya wê pêşangehê de jî hejmareke hevdîtin û civînan hene.

Şandeke Herêma Kurdistanê îro (Sêşem, 26.11.2024) li ser daxwaza Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê tevlî vekirina pêşangeha MUSIAD EXP 2024ê ya girêdayî bazirganî û pîşesaziyê li bajarê Stenbolê bû, ku bi amadebûna Cîgirê Serokkomarî û herjmareke din a wezîr û berpirs û karbidestên wî welatî bi rê ve çû.

Şanda Herêma Kurdistanê ji Wezîrê Veguhastinê Ano Cewher, Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, Wezîrê Herêmê ji bo Karûbarên Pêkhateyan Aydin Marûf, Wekîlê Wezareta Bazirganî Serwer Hawarî û serok û endamên odeyên bazirganî yên Hewlêr û Silêmaniyê pêk hatiye.

Di wê pêşangehê de, ku kompaniyên 100 welatan tevlî wê bûne, Herêma Kurdistanê jî pişkdar e û şanda Herêma Kurdistanê di çarçoveya wê de hejmareke hevdîtin û civînan jî heye.