MHP daxwazê ji Dem Partiyê dike ku danûstandinan bi Ocalan re bike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê MHPê daxwazê ji Dem Partiyê dike ku, serdana girava Îmraliyê bike û bi Ebdila Ocalan re bi awayekî rasterast danûstandinan bike.
Serokê Partiya Tevgera Neteweyî (MHP) Devlet Bahçeli îro (Sêşem, 26.11.2024) di civîna firaksiyona partiya xwe de li Perlemana Tirkiyeyê tekez li ser azadkirina Rêberê PKKê yê zindanîkirî Ebdila Ocalan kir.
Herwesa Bahçeli daxwaza çekdanana PKKê û helweşandina wê rêkxistinê kir û got, “Em li bendê ku bê veman Dem Partî serdana Îmraliyê bike û bi Ocalan re bicive.”
Navbirî amaje jî da, “Cudakirina Kurdan ji Tirkan mistehîl û bêmana ye, wekî wê yekê ye ku cîhanê ji sîstema rojê derbixin.”