Sûriye.. di sê rojan de 242 kes hatine kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) - Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan amajeyê dide, “Desteya Tehrîr Şamê û komên hevpeymanên wê li dijî artêşa Hikûmeta Sûriyeyê êrîşeke berfireh bo ser bakurê rojavayê Sûriyeyê dest pê kir.”

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan îro (În, 29.11.2024) ragehand, “Desteya Tehrîr Şamê û komên hevpeymanên wê li dijî artêşa Hikûmeta Sûriyeyê êrîşeke berfireh bo ser bakurê rojavayê Sûriyeyê û xasma bo ser Helebê dest pê kir.”

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan ron jî kir, “Zirarên canî ji pêkdadanên navbera komên girêdayî operasyona bersivdana dijminkarî û artêşa Hikûmeta Sûriyeyê çê bûn.”

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan amaje jî da, “Di çarçoveya wan şer û pêkdadanan de yên ku li roja Çarşemê (27.11.2024) çê bûn, 242 kes hatin kuştin.”