Yehya Resûl: Sinorên Îraq û Sûriyeyê hatine tundkirin

Yehya Resûl: Her teroristekî bizavê bike ji sinorê Îraqê derbaz bibe, rûbirûyî bersiveke tund dibe

Hêzên Îraqê li ser sinorê Sûriyeyê
Hêzên Îraqê li ser sinorê Sûriyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Ragehandinê yê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê dibêje, “Sinorê Sûriyeyê baş û mukom hatiye parastin û her teroristekî bizavê bike ku ji sinorê Îraqê derbaz bibe, rûbirûyî bersiveke tund û yekalîker dibe.”

Berdevkê Ragehandinê yê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Yehya Resûl ji ajansa nûçeyan a Îraqê re got, “Parastina tevaya sinorê Îraqê serpişka karên me ye, xasma jî sinorên me bi Sûriyeyê re li deverên bakurê rojhilatê Sûriyeyê hatine tundkirin û mukomkirin. Sengerên Fermandeya Hêzên Zêrevanên Sinoran bi çekên pêşkeftî hatine pirçekkirin û li asmanî jî bi dronan çavdêriya sinorî tê kirin.”

Yehya Resûl amaje jî da ku li pişt Hêzên Zêrevanên Sinoran, hêzên artêşa Îraqê ji bo parastina wan deveran hene, berdewam operasyonên çavdêriyê jî hene û sinor bi hûrî hatine parastin û mukomkirin.

Li dû gotina Yehya Resûl, ji bilî ku ev demek e sinor bi kamerayên pêşkeftî hatine kontirolkirin, Dezgeha Hewalgiriyê jî çavdêriyeke hûr ji bo livînên teroristan dike. Eger ew bizavê ji bo êrîşkirin an derbazbûna nav axa Îraqê bikin, dê rûbirûyî bersiveke tund û bihêz bibin.

Yehya Resûl tekez jî kir ku dê li ser berhingarbûna terorê berdewam bin û ragehand, “Operasyonên cuda cuda û pêşwext li deverên cuda cuda li ser heşargehên teroristan dê berdewam bin. Dawî operasyon jî li devera Wadî Horanê bû, ku şeş heşargehên bermayîkên çekdarên DAIŞê tê de hatin wêrankirin.”