Çekdarên Desteya Tehrîr El-Şamê ketin hejmarek taxên Helebê

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên Desteya Tehrîr El-Şamê çekdarên opozîsyona Sûriyeyê yên hevalbendê wê, ketin hejmarek taxên bajarê Helebê û artêşa Sûriyeyê jî dibêje, ew di rûbirûbûna êrîşê de berdewam in.

Komên çekdar ên Sûriyeyê, bi serokatiya Desteya Tehrîr El-Şamê gotin, ew pêşveçûnên xwe yên ber bi Helebê ve didomînin û hejmarek tax û saziyên fermî li nav bajêr kontrol kirine.

Odeya operesyonên “Rêgirtina Êrîşan” ya ser bi Deseya Tehrîr El-Şamê, bi dehan vîdyo li ser hejmara xwe ya tora civakî “Telegram” belav kirin û tê de çekdarên xwe li taxên El-Hemdaniye, Ramûse, Kelasê, El-Firdews û Heleba Nû yên Helebê nîşan dan.

Komên çekdar duhî Înê ragihandin ku ew gihîştine Keleha Helebê û tekez kirin ku ew gihîştine Meydana Seidallah El-Cebrî, ku dikeve navenda bajarê Helebê.

Artêşa Sûriyeyê jî di daxuyaniyekê de ragihand, ew dê berdewam bin li ser rûbirûbûna êrîşa Desteya Tehrîr El-Şam (Eniya El-Nusra ya berê) û çekdarên opozisyonê yên hevalbendên wê, ku gihiştine derdora bajarê Helebê. 

Artêşê di daxuyaniyekê de got: “Hêzên me yên çekdar ên ku li eniyên Heleb û gundewarê Idlibê tevdigerin, di rûbirûbûna êrîşa mezin a rêxistinên terorîst de berdewam in.” Herwiha got ku hêzên wê karîn hinek xalan ji nû ve kontrol bikin.

Ji aliyekî din ve, sê jêderên ji artêşa Sûriyeyê ji “Reuters” re gotin, wan rêyên sereke yên ku diçin Helebê girtin, piştî ku ferman ji serkirdatiya artêşê hat ku bi awayekî “ewle” ji taxên ku ji aliyê çekdaran ve hatine dorpêçkirin, vekişin.

Herwiha wan jêderan amaje bi wê yekê jî kirin jî, Şam çaverê dike ku alîkariyên leşkerî yên nû yên Rûsî di nav 72 demjimêran de, bigihin navenda Himêmîm a li bajarê Laziqiyeyê.

Desteya Tehrîr El-Şamê û komên hevalbendên wê, roja 27ê Mijdarê dest bi operasyona "Rêgirtina li Êrîşan" kir û hejmarek gund, bajarok û cihên girîng ji destê rêjîmê xistin bin kontrola xwe.

Li gorî zanyariyên Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan jî, “Di çarçoveya wan şer û pevçûnan de, zêdetir ji 250 kes hatin kuştin.