Artêşa Sûriyeyê: Vekişîna ji Helebê demkî ye û em xwe ji bo êrîşkirinê amade dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Sûriyeyê dibêje ku vekişîna wê ji çend eniyên li Heleb û Idlibê “demkî” ye û xwe ji bo êrîşeke berûvajî amade dike.
Artêşa Sûriyeyê îro 30î Mijdarê di daxuyaniyekê de ragihand, “Di çend rojên borî de, rêxistinên terorîst ên ser bi Eniya El-Nusra ve, bi piştevaniya bi hezaran terorîstên biyanî, çekên giran û hejmareke mezin ji dronan, ji çend aliyan ve êrişek mezin li eniyên Heleb û Idlibê pêk anîn.”
Got jî: “Hatina hejmara zêde ya terorîstan û berfirehbûna eniyên şer, hişt ku hêzên me yên çekdar operasyona jinûvebicihkirinê pêk bînin, armanca wê jî xurtkirina hêlên berevaniyê, parastina jiyana sivîl û leşkeran û amadekirina ji bo êrîşeke berûvajî ye.”
Fermandehiya Giştî ya Artêş û Hêzên Çekdar tekez dike ku ev tedbîr, tedbîreke demkî ye û ew ê bi hemû şêweyan kar ji bo dabînkirina aramî û ewlehiya xelkê li bajarê Helebê bike.
Ev yek di demekê de ye, çekdarên Desteya Tehrîr El-Şam (Eniya El-Nusra ya berê) û hevalbendên wê ji roja 27ê Mijdarê ve dest bi êrîşekê li ser hêzên rêjîma Sûriyeyê li Idlib û Helebê kirine û îro karîn kontrola xwe li ser hejmareke mezin ji taxên Helebê ferz bikin, bêyî hêzên rêjîmê berxwedaneke berçav bikin.