Hakan Fîdan: Destê Tirkiyeyê di şerê li Helebê de nîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan dibêje, destê wan di şerê Helebê de nîne. Tekez kir jî, Tirkiye rê nade ti rêxistineke terorîst li herêmê bibe dewlet.

Medyaya Tirkiyeyê îro 30î Mijdarê belav kir, Fîdan tekezî li ser pabendbûna Tirkiyeyê bi yekparçeyiya axa Sûriyeyê kir û hişyarî da Amerîkayê ku piştevaniya “rêxistinên terorist” dike.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê got jî: “Tirkiye rê nade ti rêxistineke terorîst li herêmê bibe dewlet.”

Fîdan di bersiva pirseke derbarê Helebê de got: “Destê Tirkiyeyê di şer û pevçûnên li Helebê de nîne. Em tedbîrên nagirtin ku bibe sedema pêleke nû ya koçberiyê.”

Ev yek piştî wê tê, çekdarên Desteya Tehrîr El-Şam (Eniya El-Nusra ya berê) û hevalbendên wê îro ketin bajarê Helebê û hejmarek mezin ji taxên wê kontrol kirin.

Artêşa Sûriyeyê jî got ku vekişîna wê ji çend eniyên li Heleb û Idlibê “demkî” ye û ew xwe ji bo êrîşeke berûvajî amade dike.