Îran nûçeyên li ser “derbeya leşkerî” li Sûriyeyê red dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Îranê li Sûriyeyê Husên Ekberî nûçeyên li ser “derbeya leşkerî” li Sûriyeyê red dike.
Ekberî li ser kontrolkirina bajarê Helebê ji aliyê Desteya Tehrîr El-Şamê ve got: “Pêwendiya eşkere di navbera êrîşên çekdarî yên li Sûriyeyê û şikestinên Îsraîlê li Libnanê de heye.”
Amaje bi wê jî kir: “Amûrên pêşkeftî yên hêzên çekdar, têkilî û piştgiriya welatên Ewropî û welatên din ji van grûpan re nîşan didin.”
Herwiha got: “Armanc ji vê êrîşê, tolhildana ji Sûriyeyê ye ji ber piştgiriya wê ji Eniya Berxwedana Libnanê û Hizbullah re.”
Balyozê Îranê li Sûriyeyê ragihand jî: “Amerîka hewl dide fişara ewlehiyê li parêzgehên başûrê Sûriyeyê jî bixe ser hikûmeta Sûriyeyê.”
Ajansa nûçeyan “Xebar” a Îranê li ser zarê Ekberî got: “Tiştên ku derbarê hewla derbeya leşkerî li Sûriyeyê û hewla girtina Beşar Esed de tên belavkirin, ne rast in.”
Ev yek piştî wê tê, duh êvarê li paytexta Sûriyryê, Şamê dengên çekan li nêzî avahiya Serfermandariya Giştî û avahiya Ragihandina Hikûmetê hatin bihîstin û hin gotegotên derbarê hewldana derbeyeke leşkerî belav bûn.
Hin jêderên xwecihî diyar kirin ku Serokê Dezgeha Ewlekariya Giştî Lîwa Husam Loqa hewla derbeya leşkerî li dijî Serokê Sûriyeyê Beşar Esed dide, bi taybet ku Beşar Esed roja şemiyê li derveyê welat bû.
Hat ragihandin jî, li herêma Kefir Sosa ya Şamê şer û pevçûn di navbera Pasdarên Komara Sûriyeyê û Firqeya Çaran a Artêşa Sûriyê de derketin.