Balyoza Amerîkayê: Serok Barzanî her dem piştevanî û hevkariya me kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 1ê Berçile pêşwazî li Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina Romanowski kir.
Baregeha Barzanî belav kir, Balyoza Amerîkayê li Iraqê ku bi boneya bidawîhatina erkê xwe û xatirxwestina ji Serok Barzanî, serdana wî kiribû, careke din pîrozbahiya serkeftina hilbijartinên meha cotmehê ya Parlamentoya Kurdistanê li Serok Barzanî kir û destnîşankirina roja civîna yekem a Parlamentoya Kurdistanê bi gaveke giring zanî û hêvî jî xwest ku civîna aliyên siyasî yên Kurdistanê encamên erênî bi xwe re bîne û li ser pêkanîna kabîneya dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demeke nêzîk de lihev bikin.
Balyoza Amerîkayê spasiya Serok Barzanî kir bi berdewamî piştevanî û alîkariyên wê di kar û xebatên wê de kir û serdana dawî ya Serok Barzanî bo Bexdayê bi girîng binav kir, ku ew jî bûye sedema nêzîkbûna aliyên siyasî û baştirkirina peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasiya Balyoza Amerîkayê kir û hêviya serkeftinê di erkê wê yê nû de jê re xwest. Herwiha amaje bi pêwendiyên Amerîka ligel Herêma Kurdistanê û Iraqê kir ku pêşkeftineke baş dîtine û hêviya berdewambûn û berfirehkirina peywendiyên dualî kir.
Rewşa siyasî, pêşhatên dawî, kêşe û guhertinên navçeyê, metirsiyên rabûn û bihêzkirina terorîstan û tedbîrên ji bo parastina ewlehî û aramiya Iraq û navçeyê bi giştî, mijarên din ên vê hevdîtinê bûn.
Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Steve Bittner jî di hevdîtinê de amade bû.