Mesrûr Barzanî û Alina Romanowski tekezê li destpêkirina hinardekirina petrolê li demeke nêzîk dikin

Mesrûr Barzanî û Alina Romanowski
Mesrûr Barzanî û Alina Romanowski

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Balyoza Amerîkayê li Îraqê re tekezê li ser destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê di demeke nêzîk de dike. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî tekez dike ku Herêma Kurdistanê hemî pabendiyên xwe yên destûrî bi cih anîne, lewma pêdivî ye Hikûmeta Federalî mûçe û mafên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê bê paşxistin û jêbirîn bişîne.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 01.12.2024) pêşwaziya Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski kir, bi helkeftina bidawîhatina erkê wê.

Li destpêka wê civînê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya Balyoza Amerîkayê li Îraqê kir  ji bo karkirina wê pêxemetî zêdetir mukomkirina peywendiyên dualî.

Tewerê serekî yê danûstandinên wan girêdayî mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bû. Di vî warî de Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir ku Herêma Kurdistanê hemî pabendiyên xwe yên destûrî bi cih anîne, lewma pêdivî ye Hikûmeta Federalî mûçe û mafên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê bê paşxistin û jêbirîn bişîne.

Her du alî li ser wê yekê hevnerîn bûn ku, piştî rûniştina yekê ya gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê, pêdivî ye bi zûtirîn dem hikûmeteke nû ya hevgirtî û bihêz bê pêkanîn. Herwesa di pareke din a wê civînê de tekez li ser destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê di demeke nêzîk de hat kirin.

Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski rêz û spasiyên xwe ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kirin û heza welatê xwe ji bo bihêztirkirina peywendiyan bi Herêma Kurdistanê re tekez kir.