Bahçelî gefa êrîşa li ser Minbicê dixwe
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Partiya Neteweperest a Tirkiyeyê (MHP) Devlet Bahçelî gefa êrîşa li ser Minbicê û navçeyên din ên Rojavayê Kurdistanê dixwe û dibêje: “PKK, YPG û PYDê dijminên Tirkiyeyê ne.”
Bahçelî di civîna fraksiyona partiya xwe ya parlemantoyê de got: “Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) neçar e bibe partiyeke Tirkiyeyê û ti bijardeyeke din li pêş wê nîne”.
Bahçelî derbarê rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de got: “Sûriye ax û milkê Sûriyan e, lê Heleb cihê Tirkan e û heta hestî misilman e. Ev ne tenê gotinên me ne, belgeyên dîrokî û erdnîgariya herêmê vê yekê îspat dikin û ala Tirkiyeyê li ser keleha Helebê li ba ye. Niha Til Rifet hat pakkirin û piştre jî sira Minbicê ye.”
Serokê MHPê got jî: “Pêwendî û diyaloga bê şert û merc a Esed bi Tirkiyeyê re û asayîkirina peywendiyan, pêşî di berjewendiya wî de ye û piştre di berjewendiya welatê wî de ye; lewra em hêvîdar in ku Sûriye aram bibe, ji ber ku dirêjtirîn sînorê me bi hev re heye.”
Bahçelî got: “Divê pêvajoya dîplomatîk û diyaloga di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de bêyî ku bandoreke wêranker a aliyên sêyemîn hebe, ji nû ve were vejandin. Ji ber ku ti rêyeke din ji Esed re nemaye, divê rejîma Esed bi ser hişê xwe ve were ku nikare paşde vegere û li cihê xwe bimîne.”
Herwiha got: “Tiştê ku li Sûriyeyê diqewime, ti têkiliya wan bi birayên kurd re nîne, lê mayîna rêxistineke terorîst a cudaxwaz qedexe ye, PKK, YPG û PYD dijminên Tirkiyeyê ne. Dem Partî jî tenê yek rê li pêş wê heye, ew jî bibe partiyeke Tirkiyeyê.”
Piştî êrîşa çekdarên Heyet Tehrîr El-Şamê û çekdarên din ên ser bi Tirkiyeyê li ser Helebê, Til Rifet û gundên bakurê Helebê, bi dehhezaran koçberên Efrînê careke din koçber bûne, di demekê ku metirsiya berfirehbûna şer jî heye.