Balyozê Belcîkayê: Aramiya Herêma Kurdistanê ji bo me û YE girîngiyeke wê ya taybet heye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 3ê Berçile pêşwazî li Balyozê Belcîkayê li Iraq û Urdinê Serge Dickson kir.
Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de belav kir, di hevdîtinê de Balyozê Belcîkayê pesnê rola Serok Barzanî di têkoşîna gelê Kurdistanê û bidestxistina aramiya li Herêma Kurdistanê û Iraqê de da. Herwiha pîrozbahiya serkeftina hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê di Cotmeha borî de li Serok Barzanî kir û beşdarbûna rêjeya berçav a gelê Kurdistanê di hilbijartinan de, bi pêngaveke bibandor bo bihêzkirina rewatiyê binav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Balyozê Belcîkayê tekezî li ser wê yekê kir ku aramiya Herêma Kurdistanê ji bo welatê wî û Yekîtiya Ewropayê giringiyeke wê ya taybet heye.”
Her di vê hevdîtinê de, guftûgo derbarê pêşhatên dawiyê yên navçeyê, metirsiya terorê û pêwîstiya parastina ewlehî û aramiya navçeyê de hatin kirin.