Lwîs Sako ji bo serkirdeyên cîhanê: Zeytê bi agirê şerî de nekin
Navenda Nûçeyan (K24) - Patiryark û Serokê Kenîseya Kildanan li Îraq û Cîhanê nameyekê arasteyî serkirdeyên cîhanê dike û tê de dibêje, “Zeytê bi agirê şerî de nekin.”
Patiryark û Serokê Kenîseya Kildanan li Îraq û Cîhanê Kardînal Lwîs Sako nameyekê arasteyî serkirdeyên cîhanê dike û tê de dibêje, “Me sê parên welatiyên xwe winda kirin. Eger ev rewş berdewam be û em negehin aştî û aramiyê, em dê ya mayî jî winda bikin.”
Lwîs Sako herwesa amajeyê jî dide, “Cihê xembarî û dilgiraniyê ye ku Rojhilata Navîn ji ber şer û hevrikiyan dinale, wekî ya ku li Filistîn û Libnanê û niha jî li Sûriyeyê diqewime.” Herwesa dibêje, “Rewşeke gerlek xembar e ku ew hevrikî bibin sedema mirina bi hezaran kesan û xasma jî welatiyên sivîl, tevî awarebûna hejmareke zêde ya welatiyan.”
Navbirî di nameya xwe de herwesa ron jî dike, “Em ên Kiristiyan kurên vê axê ne, me sê parên hejmara xwe winda kirin. Ew para maye jî namîne, eger aştî û aramî venegerin.”
Patiryark û Serokê Kenîseya Kildanan li Îraq û Cîhanê tekez jî dike, “Li ser welatên cîran erk e ku pabendî bingehên mirovatî û niştîmanî bin, zeytê bi agirê şerî de nekin.”
Lwîs Sako herwesa radigehîne, “Berpirsyarîtiya Navdewletî û welatên zilhêz e ku gelek bi lez û bi rastgoyî dest bi livînê bikin û rolê navbeynkariyê ji bo vedîtina rêçareya herdemî ji bo wan welatan bibînin.” Amajeyê jî dide ku, divê welatî li ser ax û li nav malên xwe bi aştî û aramî û rêz bijîn.”