Dem Partî di derheqa qeyûman û rewşa Sûriyeyê de daxuyaniyê dide

Enqere (K24) - Serokwekîl û parlamenterên Partiya Gelan a Demokrasî û Wekheviyê (DEM PARTÎ) civîna çapemeniyê lidarxistin. Serokwekîla Demê Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîğît bang li desthilatê kir û got, “Dev ji siyaseta qeyûman û darbeya siyasî berdin, êdî bes dest dirêjî îradeya gel bikin. Sûriyeyê xeta me ya sor e û em rê nadin ku qetlîama gel bê kirin.”

Serokwekîl û parlamenterên Partiya Gelan a Demokrasî û Wekheviyê (DEM PARTÎ) li ber Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê li ser şaredariyan danîna qeyûman û şerê li Sûriyeyê de daxuyaniya çapemeniyê lidar xist.

Di daxuyaniyê de Serokwekîla Dem Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîğît axivî û bal kişand ser mijara danîna qeyûman û şerê ku li Sûriyeyê rû daye. Koçyîğît got, “Desthilat bi zelalî dibêje ew dê bi darbeyan proseyekê bimeşîne û bi vî awayî li ser piyan bimîne.”

Desthilat dixwaze nasîhetan li Dem Partiyê bikê û wê bike maşika xwe lê em rê nadin vê yekê. Ji aliyekî ve dixwazin opozîsyonê ji hev qût bikin û ji aliyekî din ve têkoşîna Kurdan tune bikin. Em ji yê aştiyê dixwazin dipirsin; Hûn dê bi danîna qeyûman û li Rojava bi vekirina rê li ber çeteyan, bi destûrdayîna qetlîaman hûn wê çawa li Tirkiyeyê aştiyê pêk bînin?

Herwiha Gulîstan Kiliç Koçyîğît ragihand ku, Sûriye xeta wan a sor e û dê rê nedin ku qetlîma gel bê kirin. Koçyîğît amaje jî kir, em dê heta dawiyê ji bo yekrêziya xaka Sûriyeyê û ji bo dabînkirina aştiyê li Sûriyeyê tê bikoşin.