Mesrûr Barzanî û Balyozê Îmaratê tekezî li ser giringiya parastina aramiya Iraq û navçeyê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 4ê Berçile pêşwazî li Balyozê nû yê Îmarata Erebî li Iraqê Ebdullah Meter El-Mezroî kir.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li destbikarbûna Balyozî li ser erkê wî yê nû kir û her hevkarî û piştevaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da ji bo serxistina erkê wî û pêşxistina pêwendiyên dualî di warên cuda de.
Balyozê Îmarata Erebî silavên Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayid gihandin Serokwezîr Mesrûr Barzanî û tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên dostane di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê de kir.
Girîngiya parastina ewlehî û aramiya Iraq û navçeyê, beşeke din a guftûgoyên vê hevdîtinê bû.