Mahsunî Karaman: Biryara Dadgeha Bilind rewşek li dijî Zeydan dernaxe holê

Diyarbekir (K24) – Dadgeha Bilind biryar da ku biryara vegerandina mafên qedexe yên Abdullah Zeydan were hilweşandin, lê hiquqnas jî dibêjin divê dadgeha herêmî ser vê biryarê li dijî Abdullah Zeydan encamek neyînî dernexe holê.

Piştî hilbijartinên 31ê Adarê Abdullah Zeydan ji Dem Partî bûbû Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, lê Lijneya Hilbijartinê ya Wanê biryarek dabû û gotibu mafên hilbijartinê yê Abdullah Zeydan nîne û lijneyê nazmedê Ak Partiyê Abdulahad Arvas wek serok nîşan dabû. 

Lê ji ber ku nava civakê de rastî bertekên mezin hat, Lijneya Bala ya Hilbijartinê biryar da ku mezbete bo Zeydan were dayîn. Piştî 6 mehan vê carê jî Dadgeha Bilind ragihand ku biryara vegerandina mafên qedexe yên Abdullah Zeydan hatiye hilweşandin û dosyaya Abdullah Zeydan bo nirxandinê ji Dadgeha Sizayê Giran a 5. a Diyarbekir re şand.

 Li ser vê rewşê jî Hiquqnas Mahsunî Karaman ji hesabê xwe yê Xê ragihand, li gorî yasayan divê Dadgeha Sizayê Giran a 5. a Diyarbekirê bêjê ku “biryara Dadgeha Bilind ne biryareke wisa ye ku encamek li dijî Abdullah Zeydan derbixe holê”