Bergiriya Asmanî ya Sûriyeyê du dron li asmanê Dîmeşqê êxistin
Navenda Nûçeyan (K24) - Bergiriya Asmanî ya Sûriyeyê du dron li asmanê Dîmeşqê êxistin.
Bergiriya Asmanî ya Sûriyeyê îro (Pêncşem, 05.12.2024) du dron li asmanê Dîmeşqê êxistin, bi vî awayî jî parêzgeha Hemayê, ku parêzgeha çarê ya herî mezin a Sûriyeyê ye, keft bin destê çekdarên Bereyê Tehrîr Şamê û komên hevpeymanên wê.
Fermandeya Giştî ya Artêş û Hêzên Çekdar ên Sûriyeyê beyannameyek parve kir ku tê de hatiye, “Di dema çend seetên borî de, tevî giranbûna şerê navbera serbazên me û komên teroristî û bilindbûna hejmara kuştiyan di nav rêzên hêzên me de, wan koman karî biçin nav bajarê Hemayê, tevî ku zirareke zêde gehiştiye wan.”
Piştî ku şer û pêkdadan û alozî di navbera artêşa Sûriyeyê û çekdarên Bereyê Tehrîr Şamê û komên hevpeymanên wê li bajar û deverên cuda cuda zêdetir bûn. Blayozxaneya Çînê daxwaz ji welatiyên xwe yên li Sûriyeyê kir ku, bi zûtirîn dem ji wî welatî derbikevin.