Tilevizyona Sûriyeyê: Komên çekdar çûne nav bajarkê duyê yê herî mezin ê Hemayê

Çrkdarên Bereyê Tehrîr Şamê
Çrkdarên Bereyê Tehrîr Şamê

Navenda Nûçeyan (K24) - Tilevizyona Sûriyeyê parve kiriye, çekdarên Bereyê Tehrîr Şamê û komên hevpeymanên wê çûne nav bajarkê Selemiyeyê, ku bajarkê duyê yê herî mezin ê Hemayê ye.

Tilevizyona Sûriyeyê îro (Pêncşem, 05.12.2024) parve kir, “Çekdarên Bereyê Tehrîr Şamê û komên hevpeymanên wê çûne nav bajarkê Selemiyeyê, ku bajarkê duyê yê herî mezin ê Hemayê ye û îro keft bin destê çekdarên Bereyê Tehrîr Şamê, piştî ku artêşa Sûriyeyê xwe vekêşa.

Fermandeya Giştî ya Artêş û Hêzên Çekdar ên Sûriyeyê jî her îro beyannameyek parve kir ku tê de hatiye, “Di dema çend seetên borî de, tevî giranbûna şerê navbera serbazên me û komên teroristî û bilindbûna hejmara kuştiyan di nav rêzên hêzên me de, wan koman karî biçin nav bajarê Hemayê, tevî ku zirareke zêde gehiştiye wan.”

Herwesa Serkirdeyê Tehrîr Şamê Ebu Mihemed Colanî jî di peyameke vîdyoyî de ragehanad ku, hêzên wan çûne nav navenda bajarê Hemayê û kontirol kiriye, bi vî awayî jî bajarê çarê yê herî mezin ê Sûriyeyê keft bin destê hêzên wan.