Falih Feyaz: Dever derbazî qonaxeke nû bûye

Falih Feyaz
Falih Feyaz

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Desteya Heşda Şebî amajeyê dide ku, dever piştî rûdanên Xezzeyê derbazî qonaxeke nû bûye. Herwesa dibêje, “Ya ku li Sûriyeyê diqewime arêşeyeke navxweyî ye lê Îraqê xwe ji bo rûbirûbûna her rewşeke nexwestî li dijî terorê amade kiriye.”

Serokê Desteya Heşda Şebî Falih Feyaz îro (În, 06.12.2024) di çarçoveya gotinekê de li nav dîdara ewlehiyê ji kesatiyên eşîretên Neynawayê re ragehand, “Ya ku li Sûriyeyê diqewime arêşeyeke navxweyî ye lê Îraqê xwe ji bo rûbirûbûna her rewşeke nexwestî li dijî terorê amade kiriye û nabe ku çavê xwe ji wan pêşhatan bigire, ku komên teroristî bi piştevanî û desttêwerdanên derve Sûriyeyê kontirol bikin.”

Serokê Desteya Heşda Şebî bal kêşa ser wê yekê jî ku, dever piştî rûdanên Xezzeyê derbazî qonaxeke nû bûye.

Falih Feyaz amaje jî da, “Xwe eger Îraq aliyek ji rûdanên Sûriyeyê nebe jî, divê çavdêriya wan rûdanan bike û xasma jî ku bi Sûriyeyê re sinorekî berfireh heye.”

Serokê Desteya Heşda Şebî Falih Feyaz li roja Duşemê (02.12.2024) jî ragehandibû, “Ya ku li Sûriyeyê diqewime dê rengvedaneke rasterast li ser ewlehiya niştîmanî ya Îraqê jî hebe.”

Falih Feyaz herwesa got ku, hêzên wan rasterast fermanan ji Fermandeya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê werdigirin. Red jî kir ku, hêzên Heşda Şebî derbazî deverên Sûriyeyê bûbin.

Serokê Desteya Heşda Şebî ron jî kir ku, hêzên wan li derveyê axa Îraqê çalakiyan nakin û hêla wan a bergiriyê bi Sûriyeyê re bi temamî parastî ye.