Erdogan: Armanc Şam e

Erdogan
Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand, ew hêvî dike ku grûpên çekdarên Sûriyeyê bê pirsgirêk pêşdeçûna xwe bidomînin. Herwiha got jî: Grûpên opozîsyona Sûriyeyê armanc dikin ku xwe bigihînin Şama Paytext.

Erdogan piştî nimêja înê ji rojnamevanan re got: “Grûpên opozisyonê pêşveçûnên xwe berdewam dikin, armanca piştî Heleb, Hema û Humsê, Şam e. Em hêvîdar in ku ev meş bê bê pirsgirêk berdewam bike.

Serokkomarê Tirkiyeyê got jî: “Me pêştir pêşniyar li Serokê Sûriyeyê Beşar Esed kir ku em bi hev re pêşeroja Sûriyê diyar bikin, lê me bersiveke erênî wernegirt.”

Ev daxuyaniya Serokkomarê Tirkiyeyê di demekê de ye, çekdarên Heyet Tehrîr El-Şamê û hevalbendên wê ji aliyê bakur ve derbasî gundewarê bakurê Humsê bûn û gund û bajarokên ku bi salane di bin destê rêjîma Sûriyê de ne, xistin bin kontrola xwe.”