MÎTê berpirsekî hewlagiriya PKKê li Sûriyeyê girt
Navenda Nûçeyan (K24) – Hewalgiriya Tirkiyeyê (MÎT) berpirsekî hewlagiriya PKKê li Sûriyeyê, girt û bir Tirkiyeyê.
Ajansa “Anadolu” ya Tirkiyeyê îro 7ê Berçile ragihand, MÎTê Serhat Ozmen ê bi nasnavê “Yilmaz” ku yek ji berpirsên PKKê li Sûriyeyê ye girt.
Da zanîn jî, ew Serhat Ozmen, berpirsê hewalgiriya PKKê li Sûriyeyê bûye û sala 2014an tevlî refên PKKê bûbû û li gelek herêman karê çekdarî kiriye û piştî Sûriyeyê ji serê sala 2023an vir ve jî li Iraqê kar dikir.