Kongreya Konfederasyona Revenda Kurdistanî li Berlînê dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Duyemîn Kongreya Konfederasyona Revenda Kurdistanî dest bi karên xwe kir. Sazî û navendên Kurdî yên ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdarî vê kongreyê dibin.

Kurdên Diyasporayê li bajarê Berlînê yê Almanyayê li hev civiyan. Dixwazin kar û bernameyên sê salên borî bixwînin û binirxînin, palana ji bo sê salên bê jî deynin.

Biryar e di Kongreya Konfederasyona Revenda Kurdistanî ya li Ewropayê de, kesên nû ji bo post û komîteyan bên danîn û berdewamiyê bide kar û xebatên xwe.

Tevî ku heta niha hejmareke rast li ser hejmara Kurdan li Ewropayê tune ye, lê li gorî rêxistin û navendên kurdan, zêdeyî 3 milyon kurd li Ewropayê dijîn.