Opozisyona Sûriyeyê piştrastiyê dide balyozxane û hêzên Rûsyayê

Serbazên Rûsyayê li Sûriyeyê
Serbazên Rûsyayê li Sûriyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Medyayên Rûsyayê li ser zarê çavkaniyekê ji Koçka Serokatiyê ya Rûsyayê (Kremlin) parve kiriye, komên çekdar ên Sûriyeyê, ku Rijêma Esed bi dawî aniye, piştrastî daye balyozxane û hêzên serbazî yên Rûsyayê li Sûriyeyê.

Her du ajansên fermî yên Hikûmeta Rûsyayê TASS û RIA Novosti parve kiriye, komên çekdar ên Sûriyeyê pişrastî daye Rûsyayê ku ewlehiya bingehên serbazî yên Rûsyayê li welatê xwe diparêzin.

Her li dû zanyarên ajansan, berpirsên Rûsyayê li ser peywendîkirina bi Nûnerê Komên Çekdar ên Sûriyeyê re berdewam in, ji bo ku bi temamî parastina bingehên serbazî û balyozxane û diplomatkarên Rûsyayê li Sûriyeyê gerentî bikin.