Opozîsyona Sûriyeyê Mihemed El-Beşîr ji bo avakirina hikûmeteke veguhêz erkdar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ketina hêzên opozîsyonê bo Şamê û hilweşîna rêjîma Beşar Esed, opozîsyonê Mihemed El-Beşîr ji bo avakirina hikûmeta veguhêz erkdar dike.

Medyaya Sûriyeyê belav kir, Ehmed El-Şeraa (Rêberê Heyet Tehrîr El-Şam) bi Mihemed El-Beşîr re civiya û ew ji bo avakirina hikûmeta veguhêz li Sûriyeyê erkdar kir.

Ev yek piştî civîna di navbera Fermandarê Operasyonên Çekdar ên Opozîsyona Sûriyeyê Ehmed El-Şeraa, Serokwezîrê Sûriyeyê Mihemed El-Celalî û Serokê Hikûmeta Rizgarkirinê Mihemed El-Beşîr hat, bi armanca diyarkirina karûbarên veguhestina desthilatê û rêgirtina li ketina rewşeke tevlihev.

Mihemed El-Beşîr sala 1983an de Çiyayê El-Zawiye li başûrê parêzgeha Idlibê jidayik bûye û Serokê Hikumeta Rizgarkirinê bû ku bi salan e Idlibê birêve dibe. 

Li gorî profîla Mihemed El-Beşîr di hikûmeta Rizgarkirinê de, wî bawernameya Şerîet û Hiqûqê ji zanîngeha Idlibê di sala 2021 de û bawernameya prensîpên plansaziyê û rêxistina îdarî wergirtiye.

Hikûmeta Rizgarkirinê bi piştgiriya Heyet Tehrîr el-Şam di 2ê Mijdara 2017an de, ji 11 wezîran hat pêkanîn, ku wê demê Mihemed El-Şêx serokatiya wê dikir. Hikûmetê Rizgarkirinê aliyên jiyanê li parêzgeha Idlibê, gundewarê bakurê Hemayê ku wê demê di bin kontrola opozisyonê de bû û beşek ji gundewarê rojavayê Helebê di warê xizmetguzarî û rêveberiyê de birêve dibir.