Kurdistan24 dikeve zîndana Sêdnaya ya Şamê
Navenda Nûçeyan (K24) – Peyamnêrê Kurdistan24ê li Şamê, piştî rûxandina rêjîma Beşar Esed, derbasî zindana ya tirsnak li Şamê dibe û rastiya hundirê zîndanê nîşan dide.
Peyamnêrê Kurdistan24ê Enwer Ebduletîf îro 9ê Berçile derbasî zîndana Sêdnaya a metirsîdar li Şamê bû û da zanîn, di her hucreyeke biçûk de zêdetirî 50 kes di rewşên pir xirap de dihatin girtin.
Amaje bi wê jî kir, bi hezaran kes ji bo lêgerîna li xizmên xwe ketine girtîgehê, ku eger heye hin girtiyên din di jûrên bin erdê de mabin.
Jinekê ku di hundirê girtîgehê de ku li xizmên xwe digeriya ji Kurdistan24ê re got: “Hevjînê min 11 sal berê bê sûc hatibû girtin. Ji duh ve ez lê digerim, gelek girtiyên ku hatine berdan dibêjin ku hîn girtî di bin erdê de hene.
Kesekî din jî got: “Ez heft salan di girtîgehê de mabûm. Ez li birayê xwe digerim, lê min neditiye.”
Bi hezaran Sûrî li xizmên xwe di hundirê girtîgehê de digerin û bang li Neteweyên Yekgirtî dikin ku hêzeke taybet bişîne ji bo dîtina girtiyan.
Welatiyekî got: “Ez li birayê xwe digerim. Kesekî got min birayê te berî demekê li vê zîndanê dît.”
Çekdarên opozisyonê duhî Yekşemê piştrast kirin ku dergehên Zîndana Leşkerî ya Seydnaya hatine vekirin û girtiyên wê derketine. Rêxistinên nehikûmî bi dehsalan ragihandine ku girtiyên li wir rastî îşkenceyê tên.
Tevî ku zêdetirî 24 demjimêran bi ser azadkirina girtiyan re derbas bûye, lê hêzên opozîsyonê hîna jî hewl didin ku kilîtan deşîfre bikin û nexşeya deriyên veşartî yên ku ber bi jêrzemînan ve diçin nas bikin, ku eger heye gelek girtî tê de bin.