Erdogan: Esed reviya û welatekî wêran li pişt xwe hişt

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Teyyip Erdogan dibêje, Serokê Sûriyê reviyaye û welatekî li dû xwe hiştiye ku tê de milyonek kes hatine kuştin û zêdetirî 10 milyon kes jî koçber bûne.

Erdogan îro 9ê Berçile di axaftina xwe ya li Koşka Serokkomariyê li Enqereyê got: “Navçeya me di qonaxeke zivirînê de ye û bûyerên girîng diqewimin. Li cîrana Sûriyeyê, şerê 13 salan roja Duşemê derbasî qonaceke din bû. Heleb, Hama, Hums û herî dawî jî Şam ketin destê xwediyên wan yên resen.”

Herwiha got: “Piştî 61 salên desthilatdariya Beisê ya dîktator ku bi xwîn, zulm û zorê mabû, bi temamî hat rûxandin. Beşar Esed bû sedema kuştina nêzîkî yek milyon û wêraniya piraniya parêzgehan ku 12 milyon kes lê dijîn.”

Serokkomarê Tirkiyeyê dibêje: “Rejîma berê bi awayekî bêşerm, hemû bangên me yên ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê bi diyalogê red kir. Ji wate û nirxa vê dirêjkirinê me tênegihîşt.”

Erdogan pêşwazî li kontrolkirina Til Rifet û Minbicê ji aliyê grûpên çekdaran ên ser bi Tirkiyeyê ve kir û amaje bi wê yekê kir, dema rejîma Sûriyeyê ji bajaran vekişiya, ew bajar radestî rêxistinên cudaxwaz kirin, ev jî delîlek li ser lihevhatina wan e.