Îsraîl êrîşî ser zêdetir ji 100 baregehên leşkerî yên Sûriyeyê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Îsraîl zêdetir ji 100 êrîşan li ser baregehên leşkerî li Şam, Der’a, Laziqiye û Hemayê pêk anîn û şiyanên leşkerî yên Artêşa Sûriyeyê wêran kirin.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, Îsraîlê îro 9ê Berçile zêdetir ji 100 êrîşên asmanî li Sûriyeyê pêk anîn û navendên lêkolînê, çek, embar, firokexane li gelek deverên Sûriyeyê kirin armanc. Di encamê de, ew cih û xal wêran kirin û sîstema berevaniya asmanî li wan cihan ji xizmetê derxistin.
Diyar kir, Li parêzgeha Hemayê, navenda Lêkolînên Zanistî ya li nêzî bajarokê El-Zawî li gundewarê Mesyafê hatin armanckirin.
Li Laziqiyê, Israîlî navendeke berevaniya asmanî li nêzîkî bendera Laziqiyê armanc kir û ziyan gihîşt keştiyên hêzên deryayî yên Sûriyeyê. Herwiha embarên hêzên rêjîma berê li Kornîş, El-Mişêrfê, û Ras Şamra li gundewarê Laziqiyê.
Li Şamê û gundewarê Şamê, Îsraîlî êrîşî Naveda Lêkolînên Zanistî li Berzeyê û depoyên çekan li gundê Eyn Minîn li herêma El-Tel kirin. herwiha êrîş li ser bakurê bajarokê El-Qera li gundewarê Şamê jî êrîş hatin kirin.
Li Der’ayê jî, êrîş li ser Lîwaya 112 ya di navbera bajarokên Şêx Miskîn û Newayê de hatin kirin. Herwiha gelek caran embarên leşkerî li derdora bajarokê Mihca rastî êrîşan hatin.
Herwiha Firqeya 12 li bajarê Izra li parêzgeha Der’ayê hat armanckirin, ku di encamê de 2 welatiyên ku li devera armanckirî bûn, hatin kuştin.
Rewangeha Sûrî dibêje, ev êrîş di çarçeveya wêrankirina çek û kelûpelên mayî yên ku di destê hêzên rêjîma berê de bûn, tê.