Kurdistan24 wek yekem medyaya kurdî derbasî koşka Beşar Esed dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Kurdistan24 wek yekemîn medyaya kurdî ye derbasî koşka serokatiya ya serokê reviyayî yê Sûriyeyê Beşar Esed dibe.

Weke ku di vîdyoyê de tê dîtin, hinek ji hundirê koşkê wêran bûye, lê beşên din ên avahiyan sax mane, tenê kelûpelên di nava de hatine têkdan. 

Roja Yekşemê 8ê Berçileya 2024an çekdarên opozisyonê bajarê Şamê kontrol bikin, Serokê Sûriyeyê Beşar Esed jî bi firokeyê ji Şamê reviya û pişt re Rûsyayê ragihand ku mafê penaberiyê daye wî û malbata wî.

 
 

Fly Erbil Advertisment