Zîndana Sêdnaya.. Kuştargeha Mirovan

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku hêzên opozisyona Sûrî sibeha Yekşemê gihiştin navenda Şamê û dawî li rejîma Beşar Esed anîn, bi hezaran girtî ji zîndana Sêdnaya û şaxên ewlekariyê hatin berdan.

Lê girtî ne tenê ewqas bûn, ku bi hezaran girtiyên din jî li girtîgehên veşartî yên Girtîgeha Sor û Girtîgeha Spî nehatin dîtin. Bi hezaran xizmên girtiyan jî, li zîndanê kom bûne û xizmên xwe digeriyan.

Zindana Sêydnaya sala 1987an di dema desthilata serokê berê yê Sûriyeyê Hafiz Esed de li nêzîk Şamê hat damezrandin. Li gorî danasîna Rêxistina Lêborîna Navdewletî, ew wek sembola tepeserkirina dijberan ji aliyê rêjîmê dihat bikaranîn.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî di raporeke 2017an de, ev zîndan wekî “kuştargeha mirovan” binav kir, ku tê de 13 hezar kes hatin bidarvekirin, ku piraniya wan dijberên sivîl bûn.

Li gorî Komeleya Girtî û Windayan a Girtîgeha Sêdnayayê, tê bawerkirin ku zêdetirî 30 hezar girtî di navbera salên 2011 û 2018’an de li zîndanê yan hatine bidarvekirin, yan jî ji ber îşkenceyan, nebûna lênerîna bijîşkî yan jî birçîbûnê mirine.

Rapora Rêxistina Lêborîna Navdewletî piştrast kir, girtî rastî destavêtinê tên. Di heman demê de, pêvajoya xwarina wan ji aliyê pasewanên zîndanên ve gelek xirap bû, ku xwarinê diavêjin hucreyên nepak, ku gelek caran tevlî xwîn û pîsiyê dibû.