Mihemed El-Beşîr: Mafên hemû gelê Sûriyeyê û pêkhateyan parastî ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Mihemed El-Beşîr bang li welatiyên ku di salên borî de ji ber rewşa şer ji welatê xwe reviyane kir ku vegerin.
El-Beşîr ji rojnamevana Îtalî Corriere della Sera re got: “Ez ji hemû Sûrîyên li derve daxwaz dikim ku vegerin. Niha Sûriye welatekî azad e û şanazî û rûmeta wê hatiye vegerandin. Mafên mirovan û hemû pêkhateyan li Sûriyeyê dê bên garantîkirin.”
El-Beşîr piştî hevdîtina ligel Mihemed Celalî, serokwezîrê dawî yê rejîma Beşar Esed, di kongirekî rojnamevanî de got. “Fermandarê Hêzên Opozîsyona Sûriyê ez ji bo birêvebirina hikûmeta veguhêz heta serê meha Adarê erkdar kirime.”
Derbarê naverokê civînê de jî, El-Beşîr got: “Me di civîna xwe de behsa radestkirina desthilata cîbicîkar kir.”
Mihemed El-Beşîr sala 1983an de Çiyayê El-Zawiye li başûrê parêzgeha Idlibê jidayik bûye û Serokê Hikumeta Rizgarkirinê bû ku bi salan e Idlibê birêve dibe.
Li gorî profîla Mihemed El-Beşîr di hikûmeta Rizgarkirinê de, wî bawernameya Şerîet û Hiqûqê ji zanîngeha Idlibê di sala 2021 de û bawernameya prensîpên plansaziyê û rêxistina îdarî wergirtiye.