Rêveberiya Xweser: Em alaya Sûriyeyê li ser hemû sazî û dezgehên xwe bilind dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser radigihîne, ji ber ku alaya Sûriyeyê ya bi rengên Kesk, Sipî û Reş û bi sê stêrên sor, bûye sembola gelê Sûriyeyê bo azadî, rûmet û yekîtiya niştimanî, ew ê êdî vê alê li ser hemû sazî û dezgehên rêveberiyê bilind bike.
Rêveberiya Xweser îro 12ê Berçile di daxuyaniyekê de ragihand, “Bi boneya bidawîhatina serdema zordarî û stemkariyê ku rejîma Sûriyeyê zêdetirî nîv sed salî li ser xelkê ferz kiriye, ku di wê demê de gelê Sûriyeyê rastî neheqî, perawîzxistin û dûrketinê hat, mafê Sûriyan e ku serkeftina îradeya xwe bi hilweşandina vê rejîma zordar nîşan bidin.”
Rêveberiya Xweser dibêje: “Li ber ronahiya vê guhertina dîrokî, alaya serxwebûnê ya bi sê rengên xwe: kesk, spî û reş bi sê stêrên sor, bûye sembola qonaxa nû, ku daxwazên gelê Sûriyeyê yên ji bo azadî, rûmet û yekîtiya niştimanî diyar dike.”
Da zanîn jî: “Ji ber ku herêmên Rêveberiya Xweser beşeke bingehîn a erdnîgariya Sûriyeyê ye û ji ber ku şêniyên van herêman pêkhateyên resen ên Sûriyê ne. Meclîsa Demokratîk a Gelan biryar da ku alaya Sûriyeyê li ser hemû meclîs, sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser li hemû parêzgehên herêmê bilind were bilindkirin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Meclisa Demokratîk a Gelan pabendbûna xwe bi nûnertiya daxwazên gelê Sûriyeyê û hemû pêkhateyên wê û karê ji bo xurtkirina yekîtiya niştimanî di çarçoveya Sûriyeya demokratîk de, li ser bingehên dadmendî û wekheviyê di nava hemû pêkhateyan de, tekez dike.”