Îsraîlê derdora Dîmeşqê bobmebaran kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan ragehand, “Balafirên şerî yên Israîlê derdora Dîmeşqa paytexta Sûriyeyê bombebaran kir.”
Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan îro (Pêncşem, 12.12.2024) di ragehandinekê de eşkere kir, “Balafirên şerî yên Israîlê li asmanê Dîmeşqa paytexta Sûriyeyê zivirîn û derdora wê bi giranî bombebaran kir, herwesa li seranserî Dîmeşqê dengê wê bombebarankirinê hat bihîstin.”
Ji aliyekî din ve jî medyayên Sûriyeyê ev nûçe piştrast kir, lê bê ku amajeyê bi armanca wê bombebarankirina Israîlê bidin.
Herwesa şêniyên taxên rojavayê Dîmeşqê jî ragehand, wan dengê du teqînên bihêz bihîstiye, ku mimkin e ji balafirxaneya serbazî ya mezin bin.
Şêniyan amaje jî da, wan dengê balafirên şerî jî bihîstiye ku li asmanê gundên başûrê rojavayê Dîmeşqê dizivirîn.
Piştî revîna Beşar Esed ber bi Rûsyayê ve, balafirên şerî yên Israîlê çend caran dezgehên serbazî yên Sûriyeyê li hejmareke parêzgehên wî welatî kirine armanc.