Colanî: Sûriye derbazî hevrikiyên nû nabe û bala me li ser avakirina welatê me ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Ehmed Şer’a dibêje, “Em derbazî nav hevrikiyeke nû nabin, tevî ku êrîşên Israîlê li ser Sûriyeyê berdewam jî bin, belkî bala me dê li ser avakirina welatê me be.”
Desthilatdarê nû yê Sûriyeyê Ehmed Şer’a ku wekî Mihemed Colanî navdar e di nûtirîn daxuyaniya xwe de li ser êrîşên Israîlê bo ser Sûriyeyê dibêje, “Em derbazî nav hevrikiyeke nû nabin, tevî ku êrîşên Israîlê li ser Sûriyeyê berdewam jî bin, belkî bala me dê li ser avakirina welatê me be.”
Colanî di derheqa peywendiyan li gel Rûsyayê de got, “Pêdivîtiya vê qonaxê bi birêvebirineke hestyar di peywendiyên navdewletî de heye.”
Navbirî amaje jî da, “Rast e ku êrîşên Israîlê li ser Sûriyeyê berdewam in lê ev nayê wê manayê ku em derbazî nav hevrikiyeke nû bibin, belkî bala me dê li ser avakirina welatê me be piştî serdema Beşar Esed.”
Desthilatdarê nû yê Sûriyeyê eşkere jî kir, “Malbata Esed di dema pênc sedsalan de bi asin û agirî hikim li Sûriyeyê kiriye.”