Brîtanya peywendiyên diplomasî û hewalgirî bi Tehrîr Şamê re çê dike

Alaya nû ya Sûriyeyê û alaya Brîtanyayê
Alaya nû ya Sûriyeyê û alaya Brîtanyayê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Brîtanyayê amajeyê dide, tevî ku Desteya Tehrîr Şamê hêşta rêkxistineke qedexe ye, lê dibe ku London peywendiyên diplomasî pê re çê bike.

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê David Lammy îro (Yekşem, 15.12.2024) ragehand, “Keftina Rijêma Esed li Sûriyeyê ji bo gelê Sûriyeyê derfetek e û Brîtanyayî di vê qonaxê de pabendî piştevanîkirina wan û diyarkirina nexşeya paşeroja wan in.”

David Lammy amaje da wê yekê jî ku, bi awayekî rasterast peywendî bi Desteya Tehrîr Şamê re kiriye. Herwesa got, “Tevî ku ew deste hêşta di lîsta rêkxistinên qedexekirî de ye, lê dibe ku London peywendiyê pê re çê bike, lewma jî di vê çarçoveyê de peywendiyên diplomasî pê re hene.”

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê bal kêşa ser wê yekê jî ku, Brîtanya bi awayekî diplomasî û hewalgirî dikare peywendiyê bi Tehrîr Şamê re bike.

 
Fly Erbil Advertisment