ENKS tekeziyê li ser naskirina mafên Kurdan di destûra Sûriyayeke nenavendî de dike
Navenda Nûçeyan (K24) - ENKS rûniştina xwe ya asayî li Qamişloyê lidar dixe û tê de tekezê li ser pêdivîtiya naskirina destûrî ya Kurdan û mafên wan di Sûriyeya nenavendî de dike.
Ragehandina Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) li ser malpera xwe amaje daye ku, duhî (Yekşem, 15.12.2024) rûniştina xwe ya asayî li hola Barzaniyê Nemir li Nivîsîngeha Partiya Yekîtiya Kurdistan - Sûriyeyê li Qamişloyê rêk xistiye.
Her wê çavkaniyê gotiye, “ew rûniştina yekê ya piştî nemana diktator Beşar Esed bû, û deqîqeyekê bêdeng ji bo canê şehîdanên şoreşa Sûriyeyê û Barzaniyê Nemir sekinîn.”
Ji aliyekî din ve jî ron jî kiriye, “Serokê wê civatê Silêman Oso bi pîrozkirina nemana rijêma diktatorî li Dîmeşqê li hemî gelê Sûriyeyê bi hemî pêkhateyên wê yên olî û dînî ve dest pê kir, herwesa hêvî xwast ku Sûriyeya îro ji bo hemî gelê Sûriyeyê be.”
Eşkere jî kiriye, “Kesên amadebûyî tekez li ser pêdivîtiya yekîtiya helwesta Kurdan û giringiya parastina deverên Kurdan ji her desttêwerdanek û dagirkirineke nû kir.”
Herwesa gotiye ku ENKSê her di wê rûniştinê de “pêdivîtiya bilezkirina têkiliyên bi desthilatdarên Şamê re û zelalkirina helwesta Encumenê di derheqa Sûriyeya paşerojê de, ku divê bi awayekî destûrî itîrafê bi hebûna gelê Kurd û mafên wî yên neteweyî di Sûriyeya nenavendî de bike” tekez kiriye.
Di pareke din de jî ron kiriye, “Wê rûniçtinê tekez li ser berdewamiya karî di nav desteyên opozisyona Sûriyeyê de kir û tekez li ser giringiya bicihanîna biryara 2254ê ya Neteweyên Yekgirtî ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê kir.”
Herwesa gotiye ku ENKSê di pareke din a wê rûniştinê de “tekez li ser giringiya berdewaiya peywendiyan bi hemî dewletên Erebî û Civaka Navdewletî re û giringiya rêzgirtina li mafên hemî pêkhateyên Sûriyeyê kir.”
Herwesa ragehandiye, “kesên amadebûyî pesna biryarên civînên wezîrên derve yên hin dewletên Erebî, Yekîtiya Ewropayê, Amerîka û Tirkiyeyê û Nûnerê Neteweyên Yekgirtî ji bo Sûriyeyê Geir O. Pedersen kir.”
Li dawiyê jî amaje daye ku, “kesên amadebûyî spasiya Serok Mesûd Barzanî kir, ji ber piştevaniya wî ji bo gelê Kurd li Sûriyeyê, û herwesa himbêzkirina penaberên Kurd li Herêma Kurdistanê ji dema serhildana şoreşa Sûriyeyê ve li sala 2011ê.”