Parêzer: Rêvebirên Tirkiye ji bo Pirsa Kurd divê çend xalên yaseyî biguherînin
Enqere (K24) – Di warê Pirsa Kurd de ku hatiye wê astê êdî hewce ye li Rojhilata Navîn bê çareser kirin, gotûbêj berdewam in. Şîrovekeran siyasî û parêzer jî amaje dikin Tirkiye li rojhilata navîn di nava hewldanan de ye ku tifaqeke nû ava bike, lê ji aliyekî din ve jî dibêjin li Tirkiyeyê jî ji bo çareseriyê pêdivî bi guherîna çend xalên yaseyî heye.
Piştî rûxîna rejîma Beşar Esed hem li Sûriye û hem jî li Tirkiyeyê carek din mijara sereke çareseriya Pirsa Kurd e. Ligel karvedanên Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî ya ji bo azadkirina Abdullah Ocalan û daxwaza hevdîtina di navbera Îmralî û Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) de niha egera statuyeke Kurdên Sûriyeyê de jî di rojevê de ye.
Şîrovekarê siyasî Evdirrehîm Semawî jî amaje dike Tirkiye di hundirê hewldanan de ye ku niha nikare eşkere bike û dixwaze bi model an jî tifaqeke nû pirsa Kurd li Rojhilata Navîn çareser bike û bibe garantor.
Ligel geşedanên li Sûriyeyê derbarê serlêdana DEM Partiyê ya ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re hêj tu bersivek ji aliyê Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê ve jî nehatiye dayîn çavê hemû kesan dê liv ê hevdîtinê be.
Parêzerê Kurd Mesût Ozer jî derbarê rêyên çareseriya pirsa Kurd de dibêje hewceye rêvebirên Tirkiye formûlasyoneke nû peyda bikin û êdî ew nikarin heta hetayê weke dîk û mirîşkan şer bikin ku pêdivî bi guherîna çend xalan heye.
Ligel bangên hikumeta Tirkiyeyê ku dibêje em dixwazin pirsa Kurd hem li Sûriyeyê hem jî li Tirkiyeyê çareser bikin hêj tu gaveke berbiçav div î warî de nehatiye avêtin.Siyasetmedar û parêzer jî amaje dikin ji bo çareseriya vê yeke pêdivî bi guherîna destura nû fermîbûna zimanê Kurdî heye.