HSD: Hewldanên agirbestekê li herêmên Minbic û Kobanê biser neketin
Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) piştrast kir ku hewldanên navbeynkariyê yên Amerîkayê yên ji bo ragihandina agirbesteke mayînde li herêmên Minbic û Kobanê, negihîştiye ti encaman.
Navenda Ragihandinê ya HSDê îro 16ê Berçile di daxuyaniyekê de ragihand, “hewldanên navbeynkariyê yên Amerîkayê yên ji bo ragihandina agirbesteke mayînde li herêmên Minbic û Kobanê, biser neketin, ji ber nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li hemberî hewldanên navbeynkariyê, ku xalên wê yên bingehîn qebûl nekirin.”
HSDê diyar kir jî, “Ew navbeynkarî ji bo veguhastina şervanên Meclisa Leşkerî yên mayîn û sivîlên di Minbicê de asê mane û yên dixwazin vegerin herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û mijara veguhastina termê Silêman Şah li cihê wê yê berê bûn.”
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Tevî alîkariya Amerîkayê ya ji bo rawestandina şer, Tirkiye û çekdarên wê yên çete di van demên dawî de rewş zêde gur kirin.”
Ji aliyê xwe ve, Rêveberiya Operasyonên Leşkerî ya ser bi hikûmeta nû ya Şamê ve jî piştrast kir, “Dema agirbesta di navbera Operasyonên Leşkerî û HSDê de, bêyî ku bigihe rêkeftineke çareseriyê ya giştgîr, bidawî bû.”
Pêştir Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî roja 11ê vê mehê ragihandibû, “Bi navbeynkariya Amerîkayê, em ji bo parastina ewlekarî û ewlehiya sivîlan li Minbicê, gihîştin agirbestê.”
Diyar kir jî, “Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku ji 27’ê Mijdarê ve li dijî êrîşan li ber xwe didin, dê di demek herî kurt de ji herêmê bên derxistin.”
Herwiha gotibû: “Armanca me ew e ku em agirbestê li tevahiya xaka Sûriyeyê pêk bînin û ji bo pêşeroja welat bikevin nava pêvajoyeke siyasî.”