PDK û YNKê behsa pêngavên pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro 17ê Berçile li Hewlêrê li ser pirsên pêkanîna Kabîneya Dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêşhatên nû yên li Sûriye û navçeyê civiyan.

Piştî civînê, YNK û PDK’ê daxuyaniyeke hevpar dan û gotin, “Rewşa navçeyê û guhertinên rû dane hatin gotûbêjkirin, ku bandorê li ser li Iraq û Herêma Kurdistanê dikin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Her du alî li ser yekrêzî û yekhelwestiya ji bo parastina berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê di vê qonaxa hestiyar de, hevnêrîn.”

Di mijareke din a civînê de, behsa pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêngavên pêwîst ên ji bo serxistina proseyê hate kirin.

Her du alî li ser wê yekê jî hevdeng bûn ku di zûtirîn dem de kar li ser amadekirina bernameyeke hevbeş bikin, ji bo wan prensîpên ku rêveberiya Kurdistanê di qonaxa bê de li ser birêve biçe, bi awayekî ku pêgeh, aramiya Kurdistanê, maf û berjewendiyên welatiyan û hemû pêkhateyan tê de parastî bin.

Herwiha biryar hat dayîn ku komîteyeke hevbeş li ser amadekirina reşnivîsa bernameya civîna bê kar bike.