Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê dike û pê re danûstandinan li ser hin mijarên giring dike.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 17.12.2024) pêşwaziya Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê General Kevin Leahy û şanda pê re kir.
Di wê civînê de danûstandin li ser rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê û Îraq û Sûriyeyê û pêşxistina alîkarî û hevahengiyên navbera her du aliyan hat kirin, ji bo rûbirûbûna gef û metirsiyên DAIŞê û terorê.
Herwesa her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser guhertin û pêşveçûnên Sûriyeyê guhertin, her du alî li ser pêdivîtiya parastina ewlehî û aramiya Sûriyeyê û dabînkirin û rêzgirtina li mafên gelê Kurd û pêkhateyên din ên vî welatî hevnerîn bûn.
Pareke din a danûstandinan girêdayî pêşkeftinên hevgirtina hêzên Pêşmergeyan û çaksaziyên Wezareta Pêşmerge bû.