Fransa daxwazekê ji desthilata nû ya Sûriyeyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Tîmeke diplomasî ya Fransayê serdana Dîmeşqa paytexta Sûriyeyê dike û daxwazekê ji desthilatdarên wê yên nû dike.
Wezareta Derve ya Fransayê îro (Sêşem, 17.12.2024) ragehand, “Tîmeke diplomasî ya Fransayê, ku îro serdana Dîmeşqa paytexta Sûriyeyê kiriye, ji desthilata nû ya Sûriyeyê xwastiye li ser rûbirûbûna DAIŞê û komên teroristan berdewam bin.”
Wezareta Derve ya Fransayê herwesa got, “Fransa li ser parastina ewlehiya civakî, ku girêdayî berdewamiya rûbirûbûna DAIŞê û komên din ên teroristî ye, û herwesa li ser rêgirtina li belavbûna çekê kîmyayî ku rijêma berê ya Sûriyeyê hebû rijd e.”
Diplomatkarên Fransayî bi desthilata nû ya Sûriyeyê re tekez li ser wê yekê kir ku, Fransa li dû pîveran erkê xwe li Sûriyeyê diyar dike.