Viyan Dexîl: Perlemana Swîsrayê komkujiya Êzidiyan wekî jenosîd da nasandin

Viyan Dexîl
Viyan Dexîl

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevka Firaksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê li Civata Nûnerên Îraqê ragehand, “Perlemana Swîsrayê di pêngaveke dîrokî de komkujiya Êzidiyan li ser destê komên terorsitî yên DAIŞê wekî jenosîd da nasandin.”

Berdevka Firaksiyona PDKê li Civata Nûnerên Îraqê Viyan Dexîl îro (Sêşem, 17.12.2024) ragehand, “Perlemana Swîsrayê di pêngaveke dîrokî de deng li ser jenosîdkirina Êzidiyan li ser destê DAIŞê da, ew jî li dû tevaya pîverên mirovî û qanûnî.”

Viyan Dexîl herwesa got, “Ew biryara Perlemana Swîsrayê ji bo Êzidiyan destkeftiyeke mezin e ku bi wê rêyê digehin mafên xwe yên rewa, tevî ku ev çend sal in li benda derkeftina wê biryarê ne.”

Berdevka Firaksiyona PDKê li Civata Nûnerên Îraqê amaje da serdaneke xwe jî ji bo Cinêva paytexta Swîsrayê li sala 2016ê, ku behsa wan azar û nexweşiyan kiribû yên ku Êzidî piştî tawanên hovane yên DAIŞê tê de jiyane, her wê demê Swîsrayê û welatên amadebûyî jî pêdivî dît ku itîrafê bi jenosîdkirina Êzidiyan bikin, tevî wê yekê jî dilsoziya xwe ji bo ola Êzidiyan diyar kir.

Berdevka navbirî ron jî kir, “Heta niha 15 welatên cîhanê û çend rêkxistinên mafên mirovan komkujiya Êzidiyan wekî jenosîd nasandiye”. Herwesa bal kêşa ser wê yekê jî ku, ji bizava bidestxistina mafên qurbaniyên Êzidî ranawestin.

Viyan Dexîl li dawiyê jî spasiya hemî wan aliyan kir ên ku piştevaniya wê pirsê ji bo serkeftina Êzidiyan dikin. Herwesa got, “Ew hemî bizav xizmeta yek armancê dikin, ew jî ji bo bicihanîna dadperweriyê ji bo civaka Êzidiyan û vegerandina rêza wan e.”

 
Fly Erbil Advertisment